Teftîşkarîya Datayan (Datainspektionen)
Datainspektionen, ango Teftîşkarîya Datayan(=hûragehî), demûdezgeheke swêdî ye. Em li ser bikaranîna agehîyên şexsî yên di civatê de kar dikin da ku ew nebe sedemên mudaxeleya nepêdivî ya entegrîteya şexsî ya takekesan. Bîroya me li Stockholmê, li kolana Drottninggatanê ye.
Em ji bo te hene
Bi dirêjahîya jîyana te agehî li ser te têne qeyd kirin. Wek li dibistanê, li kar, gava ku tu tişt dikirî, diçî doktor yan jî ji pirtûkxaneyê pirtûkan bi deyn dikî. Herweha dibe ku li ser cihûwarê te yê xweser jî tişt bêne qeyd kirin gava ku agehî li ser te di Internetê de têne belav kirin.
Qeydkirin û miamelepêkirina agehîyên şexsî yên di gelek warên têvel de tiştekî zerûrî ye da ku civat bikaribe bi rê ve here. Lê, di gel vê jî, mafê te ji bo devereke parastî heye. Heta di qanûna bingehîn de jî hatîye nivîsandin ku gava agehîyên di derheqa te de dikevine ber miamelepêkirina datayan (hûragehî), divê tu li hember şikandina entegrîteya şexsî bêyî parastin. Heçî çawabûna vê parastinê ye, di qanûnan de hatîye salox dan. Ew wezîfeya me ye ku em wek Teftîşkarîya Datayan bala xwe bidinê da ku rî'ayetî vê parastinê bête kirin û ev parastin li kar be.
Bo nimûne, bi tenê jo bo armancên diyarkirî dikarin agehîyên li ser te, yên ku paşê nikarin bêne guhartin, qeyd bikin. Divê tu li ser miamelepêkirinê bêyî agehdar kirin û mafê te heye ku tu wan agehîyan kontrol bikî ku ew rast in û heke şaşî hebin, tu wan rast bikî. Zanyarîyên berfirehtir di beşa "Qanûn û qaîde"yê de heye.
Em ew kesên ku bi miamelepêkirina agehîyên şexsî ve mijûl dibin û herweha partnerên wan yên gotûbêjê perwerde dikin û enformasyonê didin wan. Em kontrol dikin da ku bizanin va ye xelk rî'ayetî qanûnê dike. Em dixebitin da tesîrê lê bikin ku di qanûnên nû de rêzik û qaîde hebin ku entegrîteyê diparêzin. Em danûstandineke navneteweyî ya her ku diçe xurttir dibe bi rê ve dibin. Heke pirsên te hebin, kerem bike têlefon bike, binivîse yan jî e-poste bişîne. Em ji bo te hene.
Em aqil didin û zanyarîyê belav dikin
Her roj ji me gelek pirs têne pirsîn. Ew şirket û demûdezgehên dewletê ne ku dixwazin bizanibin ka qanûn çi li ser wan ferz dikin. Herweha gelek kes jî ji me dipirsin ka ew ê çawan bikaribin ji mafên xwe re xwedî derkevin. Xizmeteke me ya zanyarîdayînê heye, tê de hiqûqnas kar dikin û bersiva pirsan bi têlefon û e-posteyê didin.
Tu dikarî di vê malperê de hemû enformasyonên bingehîn û nûçeyên di derheqa babetên me de bibînî. Herweha tu dikarî ji vir nivîsarên me yên bi formên dîjîtal daxînî yan jî wan bi awayê çapkirî spariş bidî. Em salewext çar hejmaran ji rojnameya "Integritet i fokus"ê derdixin ku tê de nivîsar, têbînî û şirove hene. Em kurs û semîneran jî li dar dixin.
Agehîyên şexsî
Peyva agehîyên şexsî ji bo Teftîşkarîya Datayan mefhûmeke navendî ye. Ji vê peyvê ew hemû agehî û zanyarî têne qest kirin ku bi mirovekî zindî ve girêdayî ne. Hîngê mirov çêtir fehm dike ku wezîfeya me xwedî hecmeke çendî mezin e. Di civatê de, rojane heta bibêjî bêhed gelek agehîyên şexsî dikevine ber miamelepêkirinê. Em di karê xwe de dixebitin ku warên hesas, reftarên nû û warên ku rîskên ji bo xûgirîyê yekcar zêde ne derxînin pêş.
Qanûn û qaîde
Qanûnên wek qanûna agehîyên şexsî (personuppgiftslagen), qanûna zanyarîyên krêdîyê (kreditupplysningslagen) û qanûna îcrayê (inkassolagen) hatine danîn da ku entegreteya şexsî ya hevwelatîyan bête parastin. Teftîşkarîya Datayan demûdezgehek e ku lê dinihêre da ku ev qanûn bêne tetbîq kirin.
Agehîyên şexsî
Tu dikarî li vir li ser agehîyên şexsî bixwînî. Herweha bizanî ka çi qaîde ji bo kesên ku bi agehîyên şexsî kar dikin derbas dibin. Heke tu li ser agehîyên şexsî tiştekî din meraq bikî ku li vir tune be, tu dikarî têlefonî me, Teftîşkarîya Datayan bikî. Têlefona me ev e: 08-657 61 00.
Agehîyên şexsî wêne yan jî tekst in ku di derheqa te de ne. Ew dikare navê te be, hejmara te ya kesîn be yan jî tiştekî din be ku bi taybetî ya te bi xwe be.
Qanûna agehîyên şexsî
Armanca qanûna agehîyên şexsî (PuL) ew e ku gava agehîyên di derheqa mirovan de dikevine ber miamelepêkirina datayan, divê ew li hember şikandina entegrîteya şexsî bêne parastin. Mefhûma " miamele pê kirin" xwedî maneyeke çendalî û fireh e. Ew babetên wek komkirin, qeydkirin, enbarkirin, miamelepêkirin, belavkirin, jinavrakirin û hwd di nav xwe de dihewîne. Qanûna agehîyên şexsî li ser bingehên qaîdeyên hevbeş yên ku Yekîtîya Ewropî li ser biryar dane, ava bûye.
Di qanûna agehîyên şexsî de qaîde hatine destnîşan kirin ku divê çawan miamele bi agehîyên şexsî re bêne kirin. Qanûn heta dereceyeke bilind li ser bingehên razîbûnê û enformasyondayîna bo kesên qeydkirî ava bûye. Herweha tê de qaîdeyên li ser ewlehîyê û serrastkirina agehîyên şaş jî hatine nivîsandin. Şirket, deûdezgehên dewletê, komele û yên din dikarin hinekan bi navê temsîlkarê agehîyên şexsî diyar bikin da ku ew bi awayekî serbixwe kontrol bikin ka di karûxebata wan de miamelepêkirina agehîyên şexsî bi duristî bi rê ve diçe yan na
Agehîyên strukturkirî yan ne strukturkirî?
Heke agehîyên şexsî di qeydekê de hatibin enbar kirin, mirov dibêje ku ew agehî strukturkirî ne. Lê heke agehîyên şexsî di teksteke lipeyhev de be yan jî di e-posteyekê de be, mirov hîngê dibêje agehî nestrukturkirî ne. Qaîdeyên ku ji bo miamelepêkirina agehîyên şexsî yên strukturkirî derbas dibin, ji yên nestrukturkirî yekcar gelektir in.
Awarte û qanûnên din
Qaîdeyên di qanûneke din de, wek qanûnên li ser çawan miamelepêkirina agehîyên şexsî yên di warê birêveberîya bacê, lênêrîna tenduristîyê û nexweşan, xizmetên civakî û polîs de, dikarin serwerîyê ji qaîdeyên di qanûna agehîyên şexsî de bistînin. Qanûna agehîyên şexsî bi tenê ji bo miamelepêkirineke taybetî ya agehîyên şexsî derbas nabe. Gava ku pirs bi prensîpên eşkeretîyê û herweha bi azadîya çap û derbirînê ve girêdayî be, hîngê qaîdeyên awarte (îstisna) hene.
Tu dikarî di malperekê de van tiştan bikî
Heke tu agehîyên şexsî têxî malperekê û tê de biweşînî, divê tu rî'ayetî qanûna agehîyên şexsî bikî. Heke ew malpereke prîvat jî be, dîsan divê tu rî'ayetî vê qanûnê bikî. Ji bilî vê, divê sedemeke di cih de hebe ku tu agehîyên şexsî têxî malperekê. Gelek caran, berî ku mirov agehîyên şexsî yên kesekî dixe malperekê, divê ew kesê ku tekst li ser e yan jî di wêneyekê de ye, razîbûna xwe nîşan bide.
Dikan û komele dikarin van bikin
Heke dikan yan jî şirketa te hebe, tu dikarî agehîyên şexsî yên muşterîyên xwe hilînî. Lê ew agehî dikarin bi tenê ji bo ku dikan yan jî şirketa te bikaribe berhem û xizmetên xwe bifroşe û pereyên xwe ji muşterîyan bistîne, bêne bi kar anîn.
Komele dikarin nav, navnîşan û nimreyên têlefonên endamên xwe qeyd bikin. Komele dikarin hejmara kesîn binivîsin bi mercê ku ew hewce be. Nabe ku di şûna nimreya endametîyê de hejmara kesîn bête bi kar anîn. Divê endam bizanibin ku nav, navnîşan û hejmara wan ya kesîn dikin ji bo çi bêne bi kar anîn. Divê komîteya kargêr ya komeleyê bala û dêna xwe bidê ku komele rî'ayetî qanûna agehîyên şexsî dike. Mafê komeleyên sîyasî û dînî tune ne ku nav, navnîşan û nimreyên têlefonên endamên xwe ji hinekên din re bibêjin.
Kardêr û demûdezgehên dewletê dikarin van bikin
Mafê kardêr tune ku e-posteya kardarên xwe ya prîvat bixwîne. Lê mafê kardêr dikare hebe da ku bizanibe ka kardar komputerên xwe çawan bi kar tînin. Hemû kesên ku li cihekî kar dikin, divê rî'ayetî qanûna agehîyên şexsî bikin.
Belgeyeke giştî, wêne yan jî tekstek e ku li ba demûdezgehên dewletê ye. Mafê her kesî heye ku belgeyên giştî yên ku mohra nehênîbûnê li ser tune ne, bixwîne. Nabe ku demûdezgehên dewletê belgeyên ku agehîyên şexsî tê de ne bide derve heke demûdezgeh di wê bawerîyê de be ku ew ê bi awayekî neqanûnî bêne bi kar anîn.
Jêgirteya ji qeydê
Mafê te heye ku tu bizanî gelo çi agehîyên şexsî yên te li ba demûdezgehên têvel yên dewletê hene. Tu dikarî nameyekê ji bo demûdezgeha ku tu dixwazî, binivîsî û bidî zanîn ku te ji wan jêgirteyeke qeydê (registerutdrag), ango kopyeyek ji qeyda wan divê.
Berpirsiyarê agehîyên şexsî
Berpirsiyarê agehîyên şexsî ew kes e ku agehîyên şexsî kom dike yan jî bi wan mijûl dibe û herweha biryarê dide ku ew ji bo çi bêne bi kar anîn. Ew piranî şirketek yan jî demûdezgeheke dewletê ye ku berpirsiyarê agehîyên şexsî ye. Ew ê ku berpirsiyarê agehîyên şexsî ye, divê bala xwe bidê da ku rî'ayet ji qanûna agehîyên şexsî re bête kirin. Herweha hemû kes bikaribe enformasyona ku mafê wan e, werbigire.
Îcra
Heke tu li ser îcrayê (inkasso) tiştekî din meraq bikî ku li vir tune be, tu dikarî têlefonî me, Teftîşkarîya Datayan bikî. Têlefona me ev e: 08-657 61 00
Heke deynê te ji kesekî re hebe, divê tu wî deynê xwe di wextê de bidî. Ev deyn dikare kirêya te ya xanî be yan jî deynê tiştekî ku te bi teqsîd kirî be. Heke tu di wextê de nedî, ji te re nameyeke deynxwazîyê têt. Ji vê re îcra, ango tehsîlkirina deyn tête gotin. Gava ku ji te re nameyeke deynxwazîyê têt, divê tu hema di cih de deynê xwe bidî. Yan na, daîreya îcrayê dikare bi hin awayan te mecbûr bike da ku wî deynî ji te bistîne. Fatûrayek yan jî danbîranîneke ji bo deynvegerandinê ne îcra ye.
Qaîdeyên ji bo îcrayê
Yê ku nameyeke deynxwazîyê dişîne, divê bi awayekî rast bike. Nameyeke deynxwazîyê divê pir zelal be. Di nameya deynxwazîyê de divê navê yê ku tu jê re deyndar î, hebe û divê tê de binivîse ku ka tu çiqasî jê re deyndar î. Herweha divê tê de nivîsandî be ku divê tu kengê bidî û faîza wê çiqas e.
Heke te deynê xwe di wextê de nedabe, divê tu faîza wî jî bidî. Divê di nameya deynxwazîyê de nivîsandî be ku ka faîz çiqas e. Divê tu ji bo deynxwazîya îcrayê û danbîranînên peredayînê jî hinek pere bidî.
Heke tu di wê bawerîyê de bî ku ew deyn şaş e, divê tu binivîsî û îzah bikî ku tu nafikirî wî deynî bidî. Ji şirket yan jî ji kesê ku tu jê re deyndar î, binivîse.
Qanûna zanyarîyên krêdîyê
Heke tu li ser qanûna zanyarîyên krêdîyê tiştekî din meraq bikî ku li vir tune be, tu dikarî têlefonî me, Teftîşkarîya Datayan bikî. Têlefona me ev e: 08-657 61 00
Zanyarîyeke krêdîyê di derheqa te û aborîya te de ye. Di zanyarîyeke krêdîyê de dinivîse ku tu kî yî û tu çiqas pere qezenc dikî. Herweha tê de dinivîse ka deynê te heye yan jî tu qet deyndar bûyî yan na. Ji bilî vê, dikare tê de binivîse ku gelo tu zewicî yî yan jî te welatê xwe terikandîye û tu çûyî welatekî din.
Qaîdeyên ji bo zanyarîyên krêdîyê
Yê ku di derheqa te de zanyarîyeke krêdîyê bixwaze, divê jê re sedemeke di cih de hebe. Bo nimûne, bankeya ku tu dixwazî jê pere bi deyn bistînî, yan jî kirêderê te yê nû, ango xwedîyê xanîyê nû ku tu jê bi kirê digirî, dikarin di derheqa te de zanyarîyeke krêdîyê werbigirin.
Carina, tiştên ku di zanyarîyeke krêdîyê de hene, agehîyên hesas in. Ji ber vê yekê jî, yê ku zanyarîyeke krêdîyê dinivîse, divê rî'ayetî qanûneke taybetî, qanûna zanyarîyên krêdîyê, bike û divê ji Teftîşkarîya Datayan îzna wî hebe. Şirketên taybetî hene ku zanyarîyên krêdîyê dinivîsin. Carina ji bo kes û şirketan qaîdeyên cuda yên zanyarîyên krêdîyê derbas dibin.
Gava ku hinek di derheqa te de zanyarîyeke krêdîyê werdigirin, hertim mafê te heye ku tu jê agehdar bî û herweha bizanibî ku di wê zanyarîyên krêdîyê de çi hatîne nivîsandin. Yê bêyî ku îzna wî hebe zanyarîyeke krêdîyê binivîse, dikare bête ceza kirin. Heke tiştek di zanyarîyeke krêdîyê de şaş be, divê ew şaşî bête serrast kirin. Heke tu şaşîyekê kifş bikî, divê tu bi wê şirketê re bipeyîvî ku ew zanyarîyên krêdîyê nivîsîne.
Heke zanyarîyeke krêdîyê bi awayekî zerarê bide te, dikare mafê te hebe ku tu ji şirketa ku ew zanyarîyên krêdîyê nivîsîne tezmînatê bistînî.
Heke tu bixwazî gilî bikî
Carina tu dikarî di wê bawerîyê de bî ku agehîyên şexsî yên te bi awayekî şaş têne bi kar anîn. Ev dikare bo nimûne reklama yekser (direktreklam) be, agehîyên şexsî di Internetê de yan jî şirketa îcrayê be. Hîngê tu dikarî wê li ba me, Teftîşkarîya Datayan, gilî bikî.
Hîç daxwazeke taybetî li ser şikildayîna gilînameya ji bo Teftîşkarîya Datayan tune ye û ne hewce ye ku blanketeke taybetî bête bi kar anîn. Heke tu name yan jî e-posteyekê binivîsî û tê de behs bikî ka tiştê ku tu dixwazî gilî bikî çi ye, bes e. Tu dikarî her yekser berê xwe bidî berpirsiyarê agehîyên şexsî jî (şirket, demûdezgehên dewletê yan jî komele) da ku gilîyên te çareser bikin.
Agehîyên di gilînameya te de, ya ku ji Teftîşkarîya Datayan re tête şandin, normal ne veşartî ne. Ew dibe belgeyeke giştî û her kesê ku bixwaze, dikare tiştên ku te ji me re nivîsandine, bibîne û bixwîne. Heke tiştên ku te nivîsandine agehîyên hesas bin, dikare têkeve ber mohra nehênîbûnê.
Dê baş be heke ev enformasyon di gilînameya te de hebin:
- Tu ji kê yan jî kîjan dezgehan gilîdar î.
- Tu ji çi ne razî yî. Hewil bide heta ku ji te têt, konkrêt be.
- Çi qewimîye û kengê qewimîye.
- Navê te û em çawan dikarin xwe bigihînin te (nimreya têlefonê, navnîşan yan jî e-poste). Lê tu dikarî anonîm (bênav) jî bî.
- Tu dikarî jêgirte û kopyeyên tiştên ku tu dixwazî gilî bikî jî bişînî.
Bersiva pirsiyareke sade normal ji alîyê hiqûqnasan ve, ku di xizmeta zanyarîdayînê ya Teftîşkarîya Datayan de kar dikin, tête dayîn. Ew gelek caran bersivê di mohleteke sê rojên kar de didin. Dabaşên bi vî rengî piştî sê mehan ji nav radibin.
Lê pirsiyar û gilîyên bêtir aloz ji alîyê me ve têne qeyd kirin û hilanîn. Piştî ku belge têne qeyd kirin, karmendek wê dabaşê hildide dest. Heke tu bixwazî bi wî karmendî re bidî û bistînî, tu dikarî têlefonî vir bikî: 08-657 61 00 (sentrall).
Danûstandin di gel Teftîşkarîya Datayan
Teftîşkarîya Datayan li Stockholmê, li kolana Drottninggatanê ye. Navnîşan ev e: Drottninggatan 29, plan 5.
Têlefona me ev e: 08-657 61 00.
Heke tu bixwazî ji me re e-poste bişînî, navnîşana me ev e:
datainspektionen@datainspektionen.se
Heke tu bixwazî ji me re binivîsî, navnîşana me ev e:
Datainspektionen
Box 8114
104 20 Stockholm
Bila ji bîra te neçe, danûstandinên nivîskî – yên wek e-poste, name yan jî faks – piştî ku ew dikevin destên me dibin belgeyên giştî û ji lewre jî dikarin têkevin deftera qeydên rojane. E-posteya ji bo datainspektionen@datainspektionen.se tête şandin, dikevin destên qeydnivîsê me ku ew jî paşê dişîne bo kesê peywendîdar. E-posteya personalê Teftîşkarîya Datayan weha ye: nav.paşnav@datainspektionen.se




